
Karwanê Hêvîyê li Stenbolê marketa civakê vekir
Ji teref Karwana Hêvîyê ve berê li hinek bajaran wek Riha, Wan û Sêrtê projeya marketa civakê hatibû vekirin, ev proje li Stenbolê jî hat vekirin.
Karwana Hêvîyê ya ku salik 12 meh li Tirkîye û çar alîyê cîhanê fealîyetên alîkarîyê tertîp dike, ji bona ku mirovên mihtac belaş danûstandinan bikin marketeke civakê bi duayan vekir.
Marketa civakî ya ku li Stenbolê cara yekem e tê vekirin, bi bernameya ku Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtalan beşdarî bû ve li Sultanbeylîyê bi duayan hat vekirin.
Di marketê de hilberînên wek erzaq, cil û berg, amûrên paqijîyê ku xêrxwaz bexş kirine hene û xeyn ji vana jî ji alîkarîyên ku bi peretî hatine kirin jî hilberînên cuda hene. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.