Kêmasîya lewheyên hişyarîyê yên li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê dibe sedema bertekan

Kêmasîya lewheyên hişyarîyê yên li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê dibe sedema bertekan

Di xebatên rê ya ku ji Pira Çaya Êlihê dest pê dike ve de kêmasîyên lewheyan, ji bo bi sedan wesayîtên ku di wê rê de derbas dibin rîskên mezin derdixe holê.

Li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, li alîyê Pira Çemê Êlihê heta 8 kîlometre ber bi Dîyarbekirê ve xebatên rê têne kirin, ev rê jî ji ber kêmasîya lewheyan rîskên ciddî derdixe holê.

Şofêrên wesayîtan îfade dikin ku bi taybetî di demên êvarê de ji ber kêmasîya lewheyan û tarîtîyê gelek zehmetîyan dikşînin.

Tarîtîya rê, xerabûna zemînê û kêmasîya lewheyan carna dibe sedema qezayan jî.

Şofêrên wesayîtan weha dibêjin, “Di rê de xebat heye lê lewhe kêm in. Ji xwe rê tarîye jî, ji ber vê yekê em nabînin ka li ku derê çelik heye an jî kevir heye, em ferq nakin. Ji ber vê yekê dibe ku qezayên mezin çêbibin.”

Ji rayedaran re bang hat kirin ku bila ev pirsgirêk ji holê were rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.