Kereng hat bazaran: Xezîneyeke feydeyên tenduristiyê ye
Bi hatina biharê re, kerengên ku li bazarên Dîyarbekirê xuya dibin, bi feydeyên xwe yên tenduristiyê balê dikişînin, lê fîyeta w, ya zêde kirîna wan ji bo welatiyan dijwar dike.
Kerengên ku bi taybetmendiyên xwe yên şîfayê têne zanîn, îsal ji ber zêdebûna lêçûnan bi bihayên bilind têne firotin.
Piştî demsala zivistanê, bi germbûna hewayê re, kereng tên berhevkirin û li sûkan bi fîyeta di navbera 230-250 TL serê kîloyekê de tên firotin.
Kerenga ku bi tesîrên xwe yên sûdmend li ser gelek nexweşiyan, di nav de şekir û tansiyona bilind, têne zanîn, bi awayên cûrbecûr wekî kelandin, sotekirin û sorkirin têne xwarin. Lêbelê, tevî populerbûna wê di nav xerîdaran de, firotin ji ber fîyeta wî ya zêde sist e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.