Kesek li Gola Bendava Dîcleyê ya li Dîyarbekirê xeniqî
Mahsun Akyildiz, ku li navçeya Egil a Dîyarbekirê pîknîkê dikir, piştî ku ji ber germahiya zêde ket Gola Bendava Dîcleyê û tê de xeniqî.
Mahsun Akyildiz (32) ku li navçeya Egilê a Dîyarbekirê bi malbata xwe re çibû pîknîkê, piştî ku ket avê ji ber çava wendabû û piştî wê di avê de fetisî. Bûyer di saetên sibê de li Gola Bendava Dîcleyê ya li navçeya Egilê qewimî.
Mahsun Akyildiz dema ku bi malbata xwe re li Gola Bendava Dîcleyê de pîknîkê dikir, ji ber germê ket nav avê. Akyildiz demek kurt piştî bûyerê winda bû. Bi alîkariya kesên ku li wir diman, Akyildiz ji avê hate derxistin. Tîmên paramedik şandin cihê bûyerê û birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargîl. Tevî hewldanan jî, Akyildiz nehat xelaskirin. Cenazeyê Akyildiz ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî.
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.