Keştiyeke masîgiran li Giresunê binav bû: Kesek canê xwe ji dest da

Keştiyeke masîgiran li Giresunê binav bû: Kesek canê xwe ji dest da

Keştiyeke masîgiriyê ya ku sê kes tê de bûn li peravên navçeya Eynesîl a Gîresûnê binav bû. Di bûyerê de masîgirekî canê xwe ji dest da, du yên din jî hatin rizgarkirin.

Di bûyera ku di saetên sibehê de qewimî de, Haydar Y., Çaglar C. û Hasan Dede yên ku di keştiya ku kaptanê wê Hasan Dede bû de bûn, ketin behrê.

Piştî xeberdayînê, ekîbên Ewlekariya Peravê ber bi herêmê ve hatin şandin.

Ekîban Haydar Y. û Çaglar C. ji avê derxistin û anîn qeraxê.

Lê belê, hat diyarkirin ku kaptan Hasan Dede canê xwe ji dest daye.

Herdu masîgirên rizgarbûyî li Nexweşxaneya Dewletê ya Gorele hatin dermankirin û rewşa wan a tenduristiyê baş bû.

Dema ku cenazeyê Hasan Dede dibirin morga nexweşxaneyê, li ser bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.