Komên Filistînî ji bo navendên alîkarîyê û birçîbûnîya li Xezzeyê hişyarîya lezgîn dan
Komên Filistînî yên berxwedanê derheqê birçîbûna ku li Xezzeyê heye de daxuyanî dan. Hat gotin ku divê korîdora alîkariya acîl bê vekirin. Divê di nava ewlehiyê de alîkarî têkeve nava Xezzeyê.
Li Xezzeyê her ku diçe birçîbûn û xela zêde û dijwar dibe. Komên Filistînî yên berxwedanê derheqê birçîbûna ku li Xezzeyê heye de daxuyenîyek hevpar dan.
Komên Berxwedanê yên Filistînî di daxuyanîya ku dan de weha gotin: “Vêga lazimatî herî kêm bi hezar tirên alîkariyê heye ku divê têkeve nava Xezzeyê. Lazim e ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên alîkariyê ji bo alîkarî têkeve nava Xezzeyê tavilê têkevin hereketê.”
Komên Berxwedanê gotin ku mekanîzmaya alîkariya Emrîka û sîyonîstan dibe sebeba mirinan. Ew dafikên mirinê ne. Gelek kesên dixwazin alîkariyan kom bikin, tên qetil kirin.
Komên Berxwedanê eşkere kirin ku lazim e li Şerîda Xezzeyê tavilê herî kêm hezar tir têkevin nava Xezzeyê û ev alîkarî di nava ewlehiyê de werin kirin. Bila Neteweyên Yekbûyî êdî gavên fiîlî bavêjin û ji bo alîkariyan tevbigerin. Ji bo alîkarî têkeve nava Xezzeyê bila xelkê bi wijdan yên dinyayê li ber sefaretên Emrîkayê protestoyên mezin li dar bixin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.