Komîsyonek ji bo lêkolînan wê biçe Kerkûkê

Komîsyonek ji bo lêkolînan wê biçe Kerkûkê

Ji bo bûyerên li Kerkûkê ku tê de çend kesan can dane, ew ê komîsyona parastin û ewlehîyê ya parlementoya Iraqê biçe kerkukê.

Geşedan û rageşîyên li kerkukê kêm be jî berdewam dikin.

Ji ber bûyer û geşedanên ku berî çend rojan li Kerkûkê qewimînin û têde çend kes mirin bên lêkolînkirin ew ê komîsyona parastin û ewlehîyê ya parlamentoya Iraqê biçe Kerkûkê.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat belavkirin ew ê komîsyon li bajêr lêkolîn û lêpirsîneke berfireh bike da ku sedemên derketina bûyeran û qatilên wan kesên ku hatin kuştin bên tespîtkirin.

Ji alîyê din ve doh li Bexdayê ji ber bûyerên ku li Kerkûkê qewimîbûn civîneke ku rayedarên paye bilind têde bûn hat tertîpkirin.

Serokkomar Latîf Reşîd û Serokê Parlementoyê Muhammed Halbûsî jî beşdarî civîna ku bi daxwazîya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Sûdanî hat lidarxistin bûn.

Piştî civîna ku hat lidarxistin hat destnîşankirin ew çalakîyên ku aştîyê navxweyî tehdîd bikin nayên qebûlkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.