Leşkereke sîyonîst di kemîna berxwedana li Şûcaîyeyê de hat kuştin
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku li bajaroka Şûcaîyeya Xezzeyê berxwedan kemînek danî, di encama kemînê de leşkerekî sîyonîst hat kuştin, yên dinê jî birîndar bûn.
Li gorî çapemenîya îşxalê jî şeva Pêncşemê kemîn li Şûcaîyeyê hat lidarxistin.
Hat îfadekirin ku li Şûcaîyeyê bûyereke ciddî ya ewlehîyê çêbû, di navbera leşkerên sîyonîstan de yên ku birîndar bûne hene, herî kêm leşkerekî jî mir.
Çapemenîya îşxalê diyar kir ku piştî kemînê ji bona ku li herêmê tehlîye bê kirin gule li dijî micahîdan hat reşandin û di encamê de pevçûnekî dijwar derket.
Hinek sîteyên sîyonîst, îfade kirin ku hinek helîkopterên ku ji Xezzeyê hatine Tel Avîvê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.