Li 15 bajaran operasyona qaçaxçîtîya koçberan: 155 kes hatin binçavkirin, 50 kes hatin girtin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li 15 bajaran de 155 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan hatine binçavkirin û 50 ji wan hatine girtin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ji hesabê xwe yê X ragihand ku di operasyonên qaçaxçîtiya koçberan de ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve di du hefteyên borî de li 15 bajaran hatine kirin, 155 organîzator hatine binçavkirin.
Yerlikaya diyar kir ku ji gumanbaran 50 kes hatine girtin, 27 kes di bin çavdêriya dadwerî de ne û ji bo yên din jî doz berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.