Li 23 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 105 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 23 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 105 şikdar hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku di operasyonên ku ji teref cenderme û ewlehîyê ve li dijî DAÎŞê hatin lidarxistin de; 105 şikdar hatin binçavkirin û gelek belge û amûr jî hatin bidestxistin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe îfade kir ku operasyon li bajarên Aksaray, Enqere, Êlih, Denizli, Dîyarbekir, Edîrne, Xarpêt, Eskişehir, Entap, Qeyseri, Kirikkale, Kilis, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûxla, Osmaniye, Semsûn, Riha, Uşak, Edene, Hetay, Stenbol û Yalovayê li dijî DAÎŞê hatin lidarxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.