Li 23 bajaran operasyonên tiryakê: 521 kes hatin girtin

Li 23 bajaran operasyonên tiryakê: 521 kes hatin girtin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku ekîbên cendermeyan di operasyonên li 23 bajaran de 6 milyon hebên narkotîkê û 270 kîlogram tiryak bi dest xistin û 521 şikdar jî hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê X belav kir, ekîbên cendermeyan du hefte ne li dijî firoşkarên narkotîkê operasyonên berfireh pêk tînin.

Bi hevkariya dozgeriyên giştî û Daîreya Sûcên Narkotîk a Cendermeyan, li 23 bajaran bi beşdariya 46 ekîbên narkotîk û ewlehiya giştî û 414 personelan operasyonên hevdem hatin kirin.

Di operasyonan de 6 milyon hebên tiryakê û 270 kîlogram narkotîk hatin desteserkirin û 521 şikdar hatin binçavkirin.

Ji şikdarên ku hatine desteserkirin, 177 kes hatine girtin, ji bo 91 kesan tedbîrên kontrola edlî hatine dayîn û dozên derbarê şikdaêrn mayî de jî berdewam dikin.

Hat ragihandin ku şikdar bi rêya medyaya civakî û sepanên peyaman maddeyên hişber difiroşin û bazirganiyê bi awayekî rêxistinkirî dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.