Li 27 bajaran li dijî FETOyê operasyon: 101 şikdar hatin binçavkirin

Li 27 bajaran li dijî FETOyê operasyon: 101 şikdar hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku ji teref cendermeyê ve li dijî FETOyê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 101 şikdar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya tehqîqata ku li dijî “sazîbûna rojev” a FETOyê de, şikdarên kuhatine tespîtkirin bi endamên rêxistinê re li ser telefonên ankesorî ketine nav têkilîyan, ji wan re pereyan dane û li ser hîsaba medyaya civakî jî propagandayan kirine.

Di koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re ya Fermandarîya Giştî ya Cendermeyê û Serdozgerîya Komarîyê de li Eqseray, Enqere, Aydin, Bûrsa, Çeneqqele, Çorûm, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Entab, Hetay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Karaman, Qers, Kirklarelî, Qocaelî, Qonye, Kutehya, Mêrdîn, Ordû, Osmanîye, Seqerya, Semsûn, Riha û Tekîrdaxê operayonên hevdemî hatin lidarxistin.

Di encama operasyonan de gelek dokiman û amûrên rêxistinê hatin bidestxistin.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, di daxuyanîya ku derheqê operasyonan de da de, bal kişand ku ew ê micadele berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.