Li 31 Bajaran dibistan hatine tatîlkirin
Ji ber barîna berfê ya zêde û qeşayê, li gelek bajarên Tirkîyeyê ji ber rewşa hewaya nebaş a li bajêr perwerde hat taloqkirin.
Ji ber berfa zêde, bager û metirsiya qeşagirtinê li seranserê welat, perwerde û rahênan roja Çarşemê 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an li gelek bajaran hate rawestandin.
Ji teref walîtîyên ev bajêran ve weha hat daxuyandin:
Mereş, Êlih, Sêrt, Entab, Kirşehîr, Bolû, Karabûk, Mêrdîn, Meletî, Sêwas, Şirnex, Dîyarbekir, Aksaray, Semsûr, Kîlîs, Mûş, Wan, Nîxde, Ordû, Dêrsim, Riha, Qeyserî, Agirî, Sînop, Newşehîr, Colemêrg û Çewlig
Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ragihand ku li gorî nirxandinên meteorolojîk, li seranserê bajêr berfeke zêde û talûkeya qeşagirtinê tê texmînkirin. Ji ber vê yekê, hemû sazîyên perwerdehiyê yên fermî û taybet, ji pêşdibistanê bigire heya lîseyê, û her weha qursên perwerdehiya mezinan û saziyên dersdayînê yên taybet, dê roja Çarşemê (31ê Kanûna Pêşîn a 2025an) ji bo rojekê girtî bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.