Li 56 bajaran germahî 40 pileyî derbas kir

Li 56 bajaran germahî 40 pileyî derbas kir

Li giştîyê welat germahîya hewayê li gorî demsalê jî zêdetir derbas dibe, li 56 bajaran germahî ji 40 pileyî zêdetir e.

Li gorî daneyên Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, li giştîyê welat ew ê germahî li gorî demsalê 6 an jî 12 pile zêdetir be.

Îro germahîya herî zêde bi 48,7 pileyî li Cizîrê hat pîvandin. Piştî Cizîrê jî bi 47,5 pileyî Qosera Mêrdînê, 47,1 pileyî jî SerêKanîya Rihayê dişopîne.

Hat îfadekirin ji ber ku germahî li ser 20 pileyî ye li giştîyê welat şevên tropîkal têne jîyandin.

Şevên tropîkal ji şevên ku germahîyên wan danekevin 20 pileyî ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.