Li Amedê 2 qamyon li hev ketin: 2 kes mirin, 1 kes jî birîndar bû
Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di encama lihevketina du qamyonetan de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di encama lihevketina du qamyonetan de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Qeza derengiya şevê li gundê Kengerliyê qewimî.
Qamyoneteke bi plakaya 34 HY 9723 ku ji hêla M.C. ve dihat ajotin, li qamyoneteke bi plakaya 25 KC 341 ku ajalan barkirî bû, qelibî. Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirkujiyê, jendermeyan û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên bijîşkî tespît kirin ku Ali Ekber Kırdağ û Ali İhsan Tepeli yên ku di qamyoneta bi plakaya 25 KC 341 de bûn mirine. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî û kesê birîndar jî şandin nexweşxaneyê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.