Li Amedê, di şerekî bi çek de 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê, di şerekî bi çek de 2 kes birîndar bûn û tîmên polîsan ji bo girtina gumanbaran xebat dan destpêkirin.
Li navçeya navendî ya Amedê, Bajarê Nû (Yenişehir), di şerekî bi çek de 2 kes birîndar bûn.
Li Cadeya Gevranê, nîqaşa di navbera du koman de ku sedema wê hêj nayê zanîn, veguherî şerê bi çek. Di encama gulebaranê de kesekî ji aliyên şer û welatiyekî ku di rê re derbas dibû birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn (112) û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr. Tîmên polîsan ji bo girtina gumanbarên ku tevlî şer bûne, xebat dan destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.