Li Amedê kerîyê berazan ji hewayê hat kişandin
Li herêmeke gundewarî ya Amedê, keriyekî qelebalix ê berazên kovî bi drone hat kişandin.
Keriyê berazan ku li derdora Taxa Yukarişeyhler a navçeya Çunûşê derket holê, di kameraya drone a welatiyekî de cih girt.
Hat dîtin ku keriyê di nava rojê de li qada vekirî xuya bû, ji gelek berazên kovî yên hûr û gir pêk tê. Ew kêliyên ku beraz di nav zeviyên çandiniyê û qadên bi dar de bi pey hev diçûn, ji hewayê hatin qeydkirin.
Berazên kovî bi gelemperî bi şev an jî serê sibê zû tên dîtin, lê vê carê bi komî û di nava rojê de derketina wan, bû sedema tirs û fikarê di nav niştecîhên herêmê de. Nêzîkbûna kerî heta qadên niştecihbûnê bal kişand.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.