Li Amedê mij û qeşagirtinê bû sedema qezaya zincîre: 7 kes birîndar bûn
Li Amedê ji ber mijê giran û qeşagirtinê, di qezayeke zincîre de ku 13 wesayît li hev ketin, 7 kes birîndar bûn.
Qeza, duh êvarê li navenda Amedê, li nêzî Viyadûka Zoxê pêk hat.
Ji ber mijê giran û qeşagirtinê mesafeya dîtinê kêm bû û di encamê de gelek wesayît li hev qelibîn. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di qezaya ku 13 wesayît tevlî bûn de 7 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê bi agahdarkirina welatiyên li derdorê, tîmên Tenduristiyê yên 112an û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxaleya yekem a li cihê qezayê, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên curbecur ên bajêr.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.