Li Amedê pevçûn: 12 birîndar
Li qehwexaneyekê li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di navbera du koman de şerekî çekdarî derket û di encamê de 12 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Li navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê, di şerê çekdarî yê di navbera du koman de, 12 kes birîndar bûn.
Li qehwexaneyekê li taxa Yeniköy, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, nîqaşek di navbera du koman de çêbû.
Di şer de 12 kes birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên acîl û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Di dema şer de, xuya ye ku hin guleyên ku vefirîn li du wesayîtên nêzîk ketine.
Polîsan ji bo girtina kesên ku beşdarî şer bûne operasyonek daye destpêkirin.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.