
Li Amedê qilîma teqîya: 4 birîndar
Li TOKÎ Memursena Dîyarbekirê di daîreyekî de qilîma teqîya, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Şewat, di seat 11.00an de li TOKÎ Memursena Dîyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di daîreyekî qata 3yemîn a qonitên TOKÎyê DG-26 A Blokê de qilîmayek ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqîya.
Bi tevî teqîna klîmayê, perdeyên malê şewitîn û bi wê şeklê agir belav bû û mezin bû.
Agirê ku di demeke kurt de belavê temamê malê bû, bû sedema birîndarbûna 4 mirovan.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Şewata ku derket bi midexeleya ekîban ve hat vemirandin. Ekîbên tenduristîyê jî 3 kesan li ser pîyan tedawî kirin, yek kes jî ji bo tedbîrê birin nexweşxaneyê.
Xebata sakirina ekîbên îtfaîyeyê berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.