Li Artvînê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 1 kes birîndar bû
Li navçeya Hopa ya Artvînê, ji ber ku wesayîtek li qamyonek parkkirî qelibî, du kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta ku ji hêla I.A. ve dihat ajotin, li herêma Kopmuşê li ser Rêya Perava Deryaya Reş a di navbera Hopa û Kemalpaşayê de li qamyoneteke parkkirî ya bi plakayên biyanî qelibî.
Piştî bûyerê, ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme, AFAD û ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Hopa hatin sewqkirin.
E.A.A. û K.S. yên ku di otomobîlê de bûn li cihê qezayê mirin.
Ajokar ji nav kavilan hat derxistin û ji bo dermankirinê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hopayê re hat birin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.