Li bajarê El Xelîlê derketina derve hat qedexekirin, Mizgefta Îbrahîmî hat girtin
Artêşa sîyonîst bi beheneya cejna cihûyan a "Sukkot" li navenda bajarê El Xelîlê li ser Filistîniyan qedexeya derketina derve ferz kir û Mizgefta Îbrahîmî ji bo du rojan ji misilmanan re girt.
Artêşa îşxalker a sîyonîst li hinek taxên Filistînî yên li navenda bajarê El Xelîlê bi beheneya cejna cihûyan a Sukkot (Cejna Konê) qedexeya derketina derve îlan kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên îşxalker malbatên Filistînî yên li Bajarê Kevin agahdar kirine ku qedexeya derketina derve dest pê kiriye, lê derheqê dema qedexeyê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Bi dehan leşkerên îşxalker êvarê li kolanên El Xelîlê belav bûn û di rewşa amadebaşiyê de bûn. Wan nehiştin ku Filistînî, bi taybetî li taxa Wad el-Huseyn, vegerin malên xwe.
Ev herêma yek kîlometreçargoşeyî ku nêzîkî 7.000 Filistînî lê dijîn, di bin kontrola leşkerî ya tund de bû, di heman demê de ji niştecihên sîyonîst ên li heman herêmê dijîn re destûr hat dayîn ku bi awayekî azad bigerin.
Di heman demê de, Serfermandarê Artêşa îşxalker Eyal Zamîr ferman da ku asta amadekariya leşkerî di cejna "Sukkot" de bigihêje asta herî bilind.
Her wiha, hêzên îşxalker biryar dane ku Mizgefta Îbrahîmî roja Çarşem û Pêncşemê bi tevahî ji bo Misilmanan bigirin. Mizgeft bi beheneya cejnên dînî yên Cihûyan salê deh rojan ji bo Misilmanan girtî ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.