Li bakur ji bo 8 bajaran hişyarîya barana “dijwar” hat dayîn
Meteorolojîyê ji bo bajarên Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Bêdlîs, Colemêrg û derdorê Wanê daxuyanî daw ku ew ê baraneke dijwar bibare.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, daxuyand ku ew ê li bakûr hewa şilî be û bila welatî baldar bin.
Li gorî texmînên ku hatine kirin, ew ê derdorê Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Bêdlîs, Colemêrg û bakurê Wanê dem bi dem baranek dijwar bibare.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bila welatî di warê lehî, brûsk, zîpik û bahozê hişyar û baldar bin.
Hat îfadekirin ku ew ê ev rewş herêmên bilind çûnûhatinê bike nav zehmetîyê û dibe ku ji ber vê rewşê dûrahîya dîtinê kêmtir jî bibe.
Rayedaran destnîşan kirin ku bila welatî haydar û bitedbîr bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.