Li bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhej

Li bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhej

Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.

Navenda Lêgerînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), daxuyand ku erdhej li gorî seatên Japonyayê di seat 17.37an de li derdorê bajara Kushiroyê pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej nêzê 20 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî diyarîyên ewil derheqê encamê de candayîn û birîndarbûnê de tu agahîyek nehat dayîn.

Ajansa Meteorolojîya Japonyayê jî daxuyand ku rîska tsûnamîyê tineye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.