Li Balikesîrê di mezinahîya 4,1an de erdhej
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4,1an de erdhejek pêk hat.
Hat îfadekirin ku erdhej di seat 03.04an de pêk hatîye.
AFADê diyar kir ku mezinahîya erdhejê 4,1 hatîye pîvandin û 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Hat destnîşankirin ku erdhej li navenda navçeyê jî hat hîskirin.
Li gorî diyarîyên ewil di encama erdhejê de bûyerek xerab çênebûye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.