Li Balikesîrê di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat
Hat îfadekirin ku li Balikesîrê dîsa di mezinahîya 4,4an de erdhejek rûda.
Li gorî agahîyan erdhej li navçeya Sindirgiyê di seat 05.46an de pêk hatîye.
AFADê diyar kir ku erdheja ku pêk hatîye 10,12 kîlometre di bin erdê de hatîye qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku ev erdheja ku pêk hatîye bi erdheja ku di 10ê Tebaxê de di mezinahîya 6,1an de pêk hatibû re girêdayî ye.
Di encama wê erdhejê de li 68 taxan, 12 jê avahîyên vala, tev de 16 avahî û mînareyên camîyan hilweşîyabûn, 2 kesan canê xwe ji dest dabûn, 29 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.