Li Bangladeşê Qetlîam

Li Bangladeşê Qetlîam

Hêzên emniyeta Hikûmeta Bangladeşê ya laîk û qûqlaya Hindistanê, li ser milletê musluman, wehşet û qetlîaman rast dike.

Hêzên emniyeta Hikûmeta Bangladeşê ya laîk û qûqlaya Hindistanê, li ser milletê musluman, wehşet û qetlîaman rast dike. Çendakî berê ji ber hinek malper li pêxemberê me heqaret kiribûn, bi milyonan millet derketin kolan û meydanan. Protesto bi piranî ji aliyê Hîfazeta Îslamê ve tên lidarxistin.

Hikûmeta Hasînaya laîk û qûqlaya Hindistanê, li ber Cemaet û partiyên Îslamî dijwar e. Îzîn dabû ku heqareta li pêxemberê me, li Îslam û miqeddesatan bê kirin. Di hinek malperan de, hinek bênisîb dest bi heqareta li pêxemberê me kirin. Milletê musluman jî, li ber wan dest bi protestoyan kirin. Li paytext Dakkayê bi milyonan kes, bi tekbîran ketin meydanan û îstîfa hikûmetê xwestin. Dan zanîn ku heta daxwazên wan neyne cî, meydanê naterikînin. Partiyên îktîdarê jî beyan dikin ku, wê misadeyê nedin Cemaetên Îslamî. Hêza emniyeta hikûmeta Hasîna, protestovan dan ber gulleyan. Li gorî xeberên şahidan bi kêmanî 2500 protestovan hatine qetilkirin, zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne. Gelek kes jî winda ne.

Li welêt alozî peyda ye. Kanalên televîzyon yên mûxalîfê hikûmetê, yek bi yek hatin girtin. Eskeran girtin ser binayên medyaya Îslamî, gelek xebatkarên wan desteser kirin. Tê gotin ku di kuçan de jî di navbera hêlên laîkên alîgirên hikûmetê û Cemaetên Îslamî de şer diqewimin.

Hat gotin ku eskerên hikûmetê, bi şev elektrîkê dibirin û dûre dest bi qetlîamê dikin. Beriya qetlîamê, esker hemî wesaîtên Kanalan û qezetevanan ji meydanê bidûrxistine. Her wiha eskerên hikûmetê girtibûn ser bînayên Dîganta TV û Îslamîk TV yên ku dengê Îslam û mûxalefetê ne. Dest dan ser hemî eşya û kamerayên wan. Medyaya dinyê  behsa cesedên perçekirî yên di kuçan de dikin. Ji teref Hîzafeta Îslamê bi nivîskî ji radyoya Tehranê re beyanatek hate şandin ku, 3 hezar kes hatine kuştin, zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar in. Gelek kes jî winda ne. Gelek sazî û kanalên navnetewî jî beyan dikin ku, bi kêmanî 2500 prtotestovan hatine qetilkirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.