Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Li Êlihê, di encama gulebarana kesekî nasnameya wî hêj nehatî diyarkirin a bi çekê lûledirêj de, 3 kes birîndar bûn.
Li taxa Bahçelievlerê ya navenda Êlihê, êrîşeke bi çek a ku êvarê pêk hat bû sedema tirs û panîkê.
Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê ragihandine, kesekî ku çekeke lûledirêj di destê wî de bû, li ser Bulvara Turgut Özal ji ber sedemeke nayê zanîn gule reşandin. Di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê, gelek polîs, tîmên tevgera taybet û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê piştî ku li cihê bûyerê midaxaleya yekem li birîndaran kirin, bi ambulansan ew rakirin nexweşxaneyê. Derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hat ragihandin ku gumanbarê ku tê gotin êrîşa bi çek pêk aniye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.