Li Batmanê wesayîtek wergeriya û agir pê ket, 2 kes bi giranî birîndar bûn
Li ser rêya Êlihê-Heskîfê di qezayeke trafîkê de wesayîtek wergeriya û agir pê ket. Di qezayê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, wesayîtek ku li ser rêya Êlih-Heskîfê diçû ji ber sedemek nediyar kontrola xwe winda kir û wergeriya.
Piştî qezayê wesayît agir pê ket.
Piştî xeberdayînê ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê ji cihê qezayê re hatin şandin.
Du kesên ku di qezayê de bi giranî birîndar bûn piştî ku li cihê bûyerê alîkariya ewil wergirtin, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî wesayîta şewitî kirin û agir kontrol kirin. Lêbelê, wesayît ji ber agir bi tevahî şewitî û bêkêr bû.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.