Li bazarên taxan ên Diyarbekirê firotin nêzî rawestandinê ye

Li bazarên taxan ên Diyarbekirê firotin nêzî rawestandinê ye

Esnafên bazarên taxan ên Diyarbekirê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê, şert û mercên dijwar ên zivistanê û kêmkirina hêza kirînê, firotin bi awayekî cidî kêm bûye.

Li Bazarên Diyarbekirê Hawara Esnafan: "Firotin Gihîştiye Asta Sekinandinê"

Esnafên ku li bazara taxê ya Rezikê (Bağlar) a Diyarbekirê dezgeh vedikin, diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê, şert û mercên giran ên zivistanê û kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan, firotin gihîştiye asta sekinandinê. Esnafan anîn ziman ku ew piraniya caran berhemên xwe bêyî qezenc, heta bi zerar difroşin û têkoşîna debarê roj bi roj giran dibe.

Esnafan got ku şertên zivistanê, sermaya qerisî û krîza aborî biha bilind kirine û welatî pir caran ji bazarê destvala vedigerin. Pazarvanan diyar kir ku firotin bi awayekî cidî ketiye û ew neçar in berhemên xwe bi qezenceke pir kêm an jî bi zerar bifroşin.


Sînan Esen: "Ji Ber Sar û Cemedê Biha Bilind Bûn"

Pazarvan Sînan Esen diyar kir ku barîna berfê ya dawî bandoreke neyînî li bihayan kiriye û wiha got:

"Ji ber qeşayê anîna fêkî û sebzeyan zehmet bû. Ev rewş rasterast bandorê li bihayan dike. Ji ber sermaya qerisî biha bilind in; lê ji bo ku berhemên di destê me de neqedin û xera nebin, em pir caran mecbûr in bi erzanî bidin."

Îrfan Toprak: "Hêza Kirînê Nemaye"

Ji esnafên bazarê Îrfan Toprak diyar kir ku ew berhemên sereke yên mîna kartol û pîvazan jî bêyî qezenc difroşin:

"Berhema ku ez bi 12 TL’yan dikirim, bi 13-14 TL’yan difroşim. Tevî vê yekê jî welatî nikarin bikirin. Gava ez ji bo berhemekê dibêjim 15 TL, mirov pişta xwe didin me û diçin. Hêza kirînê nemaye, jixwe hewceyî gotinê nîne."

Muhammed Esmer: "Mûçeyê Kêmtirîn Têra Kê Dike?"

Muhammed Esmer jî tekez kir ku hêza kirînê bi temamî ketiye û wiha axivî:

"Li ser dezgehê me bacanên sor, xiyar, îsot, bacanên reş, sîpanax, qurnebît, brokoli û kivar (karok) hene. Cureyên me zêde ne lê firotin nîne. Bacanên salkim 80 TL, yên çerî 100 TL, xiyar 70 TL, îsot 80 TL ye. 5 hezar TL danîne ser mûçeyê kêmtirîn, ma têra kê dike? Ji ber sermayê malên ku tên bazarê nîv bi nîv kêm bûn. Berhemên bazarê rojane ne, mîna yên marketan namînin, lê dîsa jî em nikarin bifroşin."

Seyîthan Karaköse: "Mirov Nikarin Fêkiyan Bixwin"

Seyîthan Karaköse bal kişand ser bihayê fêkiyan:

"Ez porteqal, hinar, hirmî, mûz û bihokan difroşim. Mûz berê 50 TL bû, niha bûye 80 TL. Divê welatî fêkiyan bixwin lê pere nîne, nikarin bikirin."

Mehmet Şîmşek Karagöze: "Rewşa Welatiyan Xirab e"

Esnafekî din Mehmet Şîmşek Karagöze jî wiha got:

"Em mûz, hirmî û hinaran bi 75 TL’yan, mandarînan jî bi 35 TL’yan didin. Kesên rewşa wan hebe dikarin bikirin, yên nînin jixwe nikarin."

Ferhat Güçün: "Em Bi Zerar Difroşin"

Ferhat Güçün anî ziman ku li gorî salên berê firotin pir ketiye:

"Her tişt pir biha ye. Em îsotan bi 40 TL’yan difroşin lê li halê (komgehê) bi 45 TL’yan e. Ji bo ku xera nebin em bi zerar didin. Berê min di vê demê de 100-150 kasa bacan difirotin, niha em di rojê de bi zorê 20 kasan tînin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.