Li Bedlîsê ciwanek di çem de xeniqî
Li navçeya Motkî ya Bedlîsê, xortekî 24 salî dema ku ber bi çem ve diçû xeniqî.
Bûyer li çemekî di navbera gundên Meydan û Yazıcık ên navçeya Motkî ya Bedlîsê de qewimî.
Li gorî agahiyan, zilamê 24 salî, ku navê wî hîn nehatiye eşkerekirin, ji nişkê ve winda bûye.
Piştî wergirtina raporê, tîmên bijîşkî, cendirme û noqvan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên cendirmeyan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û cenazeyê ciwanê 24 salî ji aliyê noqvanan ve hate derxistin.
Cenazeyê civan birin morga Edlî Tipê.
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.