Li Bedlîsê jiyan rawestiya; rêyên 304 gundan hatin girtin

Li Bedlîsê jiyan rawestiya; rêyên 304 gundan hatin girtin

Ji ber berfa zêde ya ku ev du roj in tesîrî bajêr dike, têkiliya bi gundan re qut bûye. Berfa ku di vê demsalê de bariye ji 6 metre û nîvî derbas bûye.

Barîna berfê li bajêr jiyanê felç kir. Dibistan ji bo rojekê hatin girtin. Di 24 saetên dawî de 70 santîmetre berf li bajêr barî. Ji ber bahozê jiyan rawestiya.

Wesayît li ser rêyan asê man û li gelek deveran qezayên trafîkê çêbûn. Xebatên paqijkirina berfê bê navber berdewam dikin.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan, ragihand ku xebat li ser 304 rêyên gundan ên ku ji ber berfê ji trafîkê re girtî bûn, berdewam dike.

Ekîbên şaredarîyê li ser rêyên sereke û duyemîn xebatên paqijkirina berfê û paqijkirina rêyan didomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.