Li Bedlîsê qezayek trafîkê pêk hat: Yek jê giran 3 birîndar

Li Bedlîsê qezayek trafîkê pêk hat: Yek jê giran 3 birîndar

Li ser rêya Bedlîs-Wanê, di qezaya qamyon û tirekê li hev ketin pêk hat de yek jê giran sê kes birîndar bûn.

Qeza, li herêma Reşadiyeyê ya li ser rêya Bedlîs-Wanê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta tamîrkirina rê ya bi plakaya 06 CIU 977 li tirekî ku plaqeya wê hêj nayê zanîn qelibî.

Di encama qezayê de, Bahattin G., Eyüp G., û Abdülsamet İ. yên ku di wesayîtan de bûn birîndar bûn. Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin.

Mirovên birîndaran piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.