Li Behra Spî di mezinahîya 4.8an de erdhejek rûda
Daîreya Erdhejê ya AFADê ragihand ku li Behra Spî bi şîdeta 4.8 erdhejek çêbûye.
Erdhej îro di saet 14:35:00an de (bi saetê Tirkiyê) hatiye qeydkirin û di kûrahiya 5.53 kîlometreyan de çêbûye.
Rayedaran diyar kirin ku ti bûyerên xerab çênebûne û divê welatî li gorî daxuyaniyên fermî tevbigerin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.