
Li Behra Spî di mezinahîya 6an de erdhejek pêk hat
Hat daxuyandin ku li peravên Datçaya Behra Spî di mezinahîya 6an de erdhejek pêk hat.
Erdheja ku pêk hat li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Li gorî daxuyanîyan erdhej 155 kîlometre peravên navçeya Datçayê çêbû.
AFADê diyar kir ku erdhej di seat 01.51an de 20,41 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Walîyê Mûxlayê Îdrîs Akbiyi, “Ji ber erdhejê heta niha tu daxuyanîyeke xerab nehatîye ragihandin. Ekîbên li sehayê dixebitin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.