Li Behra Spî erdhejek bi şîdeta 4.3 pileyî çêbû
AFADê ragihand ku li Behra Spî bi şîdeta 4.3 erdhejek çêbûye.
Li gorî daneyên Serokatiya Rêvebiriya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD), li Behra Spî di saet 10:52an de bi lerza 4.3 erdhejek çêbû.
Erdhej bi kûrahiya 7.78 kîlometreyan çêbû û navenda wê bi qasî 249 kîlometreyan dûrî navçeya Yayladaga Hetayê bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.