Li ber Dadgeha Cizîrê êrîşa çekdarî: Kesek mir, yek jî birîndar bû
Li navçeya Cîzîrê, li ber Dadgehê bi tifinga pompê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, li ber Dadgehê êrîşeke çekdarî çêbû.
Li gorî agahiyan, R.B. (35) û Mehmet Guzel (66), dema ku ji edliyeyê derdiketin, ji teref êrîşkarekî nenas ve rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de R.B. û Mehmet Guzel birîndar bûn.
Ekîbên tenduristîyê ku çûn cihê bûyerê piştî alîkariya ewil birîndaran birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat destnîşankirin ku rewşa Mehmet Guzel di nav rewşeke giran de bû û digel temamî mudaxeleyan canê xwe ji dest da.
Piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê li dora dadgehê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û dever dorpêç kirin.
Serokê Polêsê Navçeyê Volkan Sazak ku gihîşt cihê bûyerê, derbarê êrîşê de agahî girt.
Piştî êrîşê, êrîşkar hate girtin.
Derbarê bûyerê de tehqîqatek berfireh hate destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.