Li ber nexweşxaneya Navçeya Qoserê ya Mêrdînê şer û pevçûn: 1 mirî, 4 birîndar
Li navçeya Qosera Mêrdînê li ber nexweşxaneyeke taybet di navbera du koman de şer derket û di encamê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Di derbarê bûyerê de deh kes hatin binçavkirin.
Bûyer, danê sibê li ber nexweşxaneyeke taybet a navçeya Qoserê qewimî.
Nîqaşa di navbera her du koman de veguherî şerê çekdarî. Di bûyerê de, ku derbasî nexweşxaneyê bû, S.Ç. (56), A.Ç. (54), S.Ç. (24), D.Ç. (52) û MA (30) birîndar bûn.
Piştî bûyerê ekîbên tenduristiyê û polêsan ji cihê bûyerê re hatin şandin.
Piştî dermankirina destpêkê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, birîndar ji bo dermankirina zêdetir bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhastin.
Yek ji birîndaran S.Ç. (56) digel hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku di çarçoveya bûyerê de 10 kes hatine binçavkirin.
Lêpirsîna bûyerê berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.