Li Bismilê derketina derve hat qedexekirin

Li Bismilê derketina derve hat qedexekirin

Li navçeya Bismila Diyarbekirê ji ber ku kesên PKKyî li hinek taxan hendekan kolan û ji ber ku bûyer derketin li 4 taxên Bismilê derketina derve hat qedexekirin.

Doh êvarî komek PKKyî li navçeya Bismilê rê birîn û dest danîn mifteyên erebeyan.Kesên PKKyî erebeyên ku dest danîbû ser wan bombeyên ku ji tupan çêkiribûn di bin erebeyan de bi cih kirin.Her wiha kesên PKKyî li taxa Dumlupinarê hendekan kolan.

Di derbarê mijarê de ji teref Qeymeqamtîya Bismilê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin ku li taxên Tekel, Dumlupinar, Uluturk û Firatê ji seat 14an heta daxuyanîyeke din derketina derve hatîye qedexekirin.

Li gor agahîyan piştî qedexeya derketina derve ew ê li wan taxên ku PKKyî lê ne operasyon bên kirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.