Li Bismilê di pevçûna nav malbatê de kesek mir

Li Bismilê di pevçûna nav malbatê de kesek mir

Ahmet Şîmşek li navçeya Bismil a Dîyarbekirê piştî ku ji aliyê zavê xwe ve bi kêrê hate kuştin,

Ahmet Şîmşek (31) piştî ku di nîqaşekê de li navçeya Bismil a Dîyarbekirê ji aliyê zavê xwe Kasim A. (44) ve hat kêrkirin, mir.

Bûyer duh bi şev li gundê Çoltepe ya Bismilê qewimî. Kasim A. çûbû mala xezûrê xwe û ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, di navbera wî û bûrayî wî Ahmet Şîmşek de nîqaşek derket. Di nîqaşa ku zêde bû de, Kasim A. kêr ji metbexê girt û bûrayê xwe kêr kir. Piştî agahdarkirinê tîmên bijîşkî û cendermeyan çûn cihê bûyerê. Kasim A. reviya û Şîmşek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî ew nekarî bê xelaskirin û jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şîmşek ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî. Piştî demek kurt Kasim A. ji aliyê cendermeyan ve hat girtin û hat binçavkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsin hat despêkirirn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.