
li Bismilê goştê qurbanê bi sedan li malbatên hewcedar hat belavkirin
Li Bismila Dîyarbekirê, Komeleya Karwana Hêviyê goştê qurbanê gihand bi sedan malbatên hewcedar.
Wekî her sal, Karwana Hêvîyê li welatên cuda yên cîhanê, bi taybetî li Tirkiyeyê û li Kurdistanê qurbanî lidar xist û îsal goştê qurbanê gihand feqîran û her wiha bi qurbanîkirina heywanên bi hezaran welatiyên ku dixwestin erkê xwe yê olî bicîh bînin, xizmetek baş pêşkêş kir.
Nûnerê Karwana Hêvîyê ya Bismilê ya Dîyarbekirê goştê qurbanê ku ji hêla xêrxwazan ve hatibû şandin, yên ku qurban ji bo feqîran bexş kiribûn, radest kir.
Endam û dilxwazên Nûnertiya Karwana Hêvîyê ya Bismilê goştê qurbanê ku serjê kiribûn radestî hissedaran kirin.
Mehmet Akdoğan, Nûnerê Karwana Hêviyê ya Bismilê got, "Wekî Karwana Hêviyê, me jî wekî her Cejna Qurbanê amadekariyên xwe ji bo vê cejnê dest pê kiribû. Me di roja duyemîn a cejnê de dest bi serjêkirina heywanan kir. Me hewl da ku goştê qurbanên ku ji hêla xêrxwazan ve ji me re hatine bexşandin, li malbatên hewcedar ên ku me berê destnîşan kiribûn belav bikin. Me pir bi baldarî tevgeriya da ku di van rojên pîroz de kes bê goşt nemîne, û me goştê qurbanên ku ji hêla xêrxwazan ve hatine serjêkirin, radestî sêwî, jinebî, xwişk û birayên xizan û hewcedar ên ku me berê destnîşan kiribûn kir."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.