Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar

Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar

Li Bolîvyayê otobusek ket zinarekî û herî kêm 31 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li Bolîvya ya welatê Emerîkaya Başûr otobuseke rêwiyan ket zinarekî 800 metreyî.

Rayedaran got ku şofêrê otobusê îhtîmal e ku kontrola otobusê winda kiriye û wesayît bi qasî nîv 800 metre li zinarekî li herêma Yocalla ya başûrê rojavayê qeza kir.

Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku di qezayê de 31 kes mirin, 10 mezin û 4 zarok birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê, ku gelek ji wan di lênihêrîna giran de ne.

Efserekî polîs diyar kir ku rêya çiyayî tijî bendikên pir tûj bûye û destnîşan kir ku dibe ku leza otobusê di qezayê de bi bandor be. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.