Li Kop Mûşê di navbera malbatan de şer: 2 kuştî, 3 birîndar
Li navçeya Kopê ya Mûşê, di şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li navenda çarşîya navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyan, nîqaşek di navbera du endamên malbatê de ji ber sedemek nediyar zû veguherî şerê çekdarî.
Piştî agahdarkirinê gelek tîmên polîs û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
D.K. (61) û Ş.A. (47) di dema pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan. Her 3 birîndar ji aliyê paramedikan ve ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Li ser bûyerê lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.