Li Bûrsayê xanî şewitî: 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li Bûrsayê xanî şewitî: 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Karacabeya Bûrsayê, di nav xanîyekî de şewat derket, 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Şewat, di qata 3yemîn a avahîyeke 4 qatî ya li Taxa Saadetê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, sedema şewatê hêj nayê zanîn û şewata ku derket di demeke kurt de temamê daîreyê kir bin tesîra xwe.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Şewata ku derket bi midexeleya ekîban hat vemirandin, lê di encamê de 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Cenazeyê rehmetîyan, ji Sazîya Tip a Edlî re hatin sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.