
Li cebelîye û Deyr el-Belahê qetlîam: 98 şehîd
Rejima îşxalker li dijî Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama êrîşên nû de 98 Filistînî şehîd bûn. Di qetlîamên li Cebelîye û Deyr el-Belahê de pîrek û zarok hatin hedefgirtin.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku ji roja sêşemê vir ve di êrîşa rejima îşxalker de herî kêm 98 kes şehîd bûn. Bi taybetî êrîşên ku hatin kirin jin û zarokan hedef girt.
Ji êvare vir ve di bomberdmanê de herî kêm 17 kes şehîd bûne. Bi taybetî li Cebelîyeya bakurê Xezzeyê ji du malan re êrîş hat lidarxisitn, 12 kes hatin qetilkirin.
Di êrîşa ku li nav Xezzeyê li dijî xanîyekî hat lidarxistin de jî 3 jê zarok 6 Filistînî hatin şehîdkirin. Ekîbên parastina sîvîlan, ji bo mirovên ku di bin kavilan de mane xelas bikin xebatên xwe didomînin.
Li Xan Yûnisê jî êrîş li malekî hat kirin, di êrîşê de 4 kes şehîd bûn, li Benû Suheylayê jî 1 kes şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn. Topvanên îşxalkeran li herêmên bakurê Xan Yûnis û Refahê jî bomberdman kirin.
Xeyn ji vana balafirên herbê yên îşxalkeran, di seatên serê sibehê de li başûr û rojhilata Xan Yûnisê ji 20an zêdetir êrîşan pêk anît. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.