Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Li Çewlîgê, di encama lihevketina otomobîlekê û wesayîteke bazirganî ya sivik de qezayeke giran pêk hat. Di vê qezaya dijwar de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn
Qeza, li ser rêya Çewlîg-Xarpêtê, li nêzî gundê Kurudereyê pêk hat. Di encama lihevketina otomobîlekê û wesayîteke bazirganî ya sivik de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112yê, polîs, cendirme û tîmên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
Têkildarî qezayê lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.