Li Cezayîrê qezaya balafirê: 4 mirî

Li Cezayîrê qezaya balafirê: 4 mirî

Li rojhilata Cezayîrê balafireke parastina sîvîl ket xwarê, di encamê de çar kes mirin.

Li gorî rayedarên Parastina Sîvîl a Cezayîrê, li Balafirgeha Ferhat Abbas a li bajara Cijela 350 kîlometre rojhilata Cezayîrê balafireke parastina sîvîl ket xwarê.

Rayedaran, destnîşan kirin ku balafira ji tîpa Zlînê di dema firîna perwerdehîyê de ketîye xwarê.

Hat destnîşankirin mirovên ku mirine du kes ji Hêza Parastina Sîvîl perwerdekarê Dibistana Hewayî ya Parastina Sîvîl û birevberîyekî şîrketa hewayî ya welatîyê Şîlîyê bûne.

Derheqê sedema qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.