Li Çinarê serê fuzeyê ket xwarê
Li nêzê gundê MeleElîyê Jor a navçeya Çinar a Dîyarbekirê serê fuzeyekî ket xwarê.
Çend roj berê cîsmekî ku dişibe fuzeyê dîsa ketibû axên Dîyarbekirê.
Îro jî di saetên serê sibehê de serê fuzeyekî ket nav erdên navbera MeleElîyê Jorîn û Meşitkê.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên cenderme û pispor hatin sewqkirin. Piştî lêkolîna li cîhê bûyerê pisporan serê fuzeyê ji bo lêkolînê birin.
Derheqê bûyerê de daxuyanîyeke fermî tê hêvîkirin ku were dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.