Li Çinarê 50 donim zeviyên çandiniyê şewitîn
Di şewata li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê de bi qasî 50 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.
Di şewata zeviyê de ku li gundê Xirbêsîtil, ku bi qasî 40 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Çinarê ye, qewimî, bi qasî 50 donim zeviyên genim û ceh şewitîn.
Agirê ku sedema wî nayê zanîn, ji ber bayê bi lez li qadeke fireh belav bû. Piştî ku welatiyan agir ferq kirin, hewl dan ku bi derfetên xwe vemirînin.
Her çend piştî hewldanên dirêj agir bi tevahî hat vemirandin jî, bi qasî 50 donim zeviyên genim şewitîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.