Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar

Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar

Li navçeya me Çinarê ji ber ketina birûskê jinek birîndar bû.

Bûyer, li gundê Herzemê yê ku nêzî 26 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ye, pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine girtin, li taxê birûsk li stûna elektrîkê ketiye. Di vê navberê de welatiya bi navê N.V. ya ku li nêzî cihê bûyerê bû, birîndar bû. Piştî mudaxileya yekem a tîmên tenduristiyê, jina birîndar sewqî Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku ji ber ketina birûskê têlên elektrîkê qut bûne û ev yek xetereyê çêdike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.